Di hilbijartina serokê nû yê Fransa de, namzedê serbixwe Emmanuel Makron serkevt û rêjeya %65.1ê dengan bi dest xist.
Îro yekşembî 7ê gulana 2017ê, gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê birêveçû. Di gera duye a hilbijartinê de, Marine Le Pen û Emmanuel Macron weke du kandîdê serkevtî di qonaxa yekam a hilbijartinê de, rikeberî bi hev re dikirin.
Piştî ku êvariya îro proseya dengdanê bi dawî hat, cudakirin u hejmartina dengan dest pê kir.
Li gorî agahiyên destpêkê, namzedê serbixwe Emmaneul Makron karî zêdetirîn dengê xelkê Fransayê bi dest bihîne û namzeda tundrew, Marine Le Pen şikest bide.
Encamên destpêkê yên hilbijartina Fransayê nîşan didin, k Makron %65.1ê dengê xelkê Fransayê bi dest bixe û Marine Le Pen jî kariye %34.9ê dengan misoger bike.