Baykota hilbijartin di sîstima dîktator û olperest de

0
1334
,Elî Munezzemî

Li ber ku gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê de li hemû maf û azadiyên xwe yên civakî, siyasî, aborî û kultûrî bêpar maye û hêşta mafê tayînkirina çarenûsa xwe bidest nexistiye, beşdariya wan di hilbijartinên di sîstima tepeserker ya komara axundî de tiştek şaş û xelete. Li ber ku her gava ku kurd li dengdanê de pişikdar bin, tê wê wateyê ku tevî wan berbijêran û rêjîma axundî peymanek civakî-sîyasî girêdidin û jiyan li bin siya wê de dipejirînin. Yanî bi wê hindê jî yê dadperweranebûna sîstimê re şahidiyê didin. Rêjîmek ku bi hemû awayên cuda cuda cehd dike ku hebûna kurdan tune bike û welatê wan di bin dagîrkeriya xwe de bihêle û dewlemendiya wan ya ser’erd û bin’erd be awayek cerdewanitî bidize û …

Hemû ew berbijêrên rêjîmê bi yek perspektîfê mêzeyî kurdan û Kurdistanê dikin;  ku ew jî perspektîfeka ewlekarîyê ye. Ewan heya niha nekarîne wekheviya di nawbera kurdan û neteweya xwe de qebûlbikin. Ew naxwazin ku em ew xwediyê mafê wek hev bin. Ew naxwazin ku dengê me li îrade û dilxwaziya me ve be. Ew dengê me bo hindê dixwazin ku pê cinayet û dizî û sensor û blindest hêştina me dadperwerane nîşan bidin.

Ew rêjîma Xumeynî rêjîmek totalîter e. Dixwaze hemû kesê gorî nirx û pîwanên xwe li qalib bide. Ew naxwazin ku em têkilî çêkirina biryarên bilind yên birêvebirina welêt bin. Ew dixwazin gelê me bikin wesîle bo  gihîştin bi armancên xwe û kontrolkirina hemû astên jiyana gelemperî takekesîya me.

Hilbijartin û dengdan ku nirxek dêmokratîk e ku rêjim bo ku bikare xelkê bilêbîne, bikar tine. Neku em hemû baş dizanin ku bo dêmokratîkbûna sîstimekê, hilbijartin bi tine têrê nake. Bi xasmanî eger bernijêr ne ser bi partîyên siyasî û aliyên cuda cuda bin, lê hemû berbijêr ew kes bin ku di afirandina hezaran cinayetan de destê wan hebibe û biryarder bibin. Yek sansorçî bûye, yek biryarder û cîbicîkerê sêdaredana azadîxwazan bûye, yek li wan cinyetkarek yê sipaha pasadaran bûye, yek berpirsiyarê ewlekariya rêjîmê bûye û … Başe ma gelo kuştin her kuştin nine!? Tê deng bidî kîjan bikujê xûşk, bira yan endamek malbata xwe!?

Meseleya me di gel rêjîmê bi rêya hilbijartinan xilas nabe. Ew nikarin li çavên me de rewa bin, têkilî karûbarê me bin, bibin nûnerê me û me birêve bibin. Em jî di ber çavên wan her wisa ne.

Demekê hilbijartin dibe xwediyê wateya xwe ku xelk bikaribe li ser biryarên dewlet û hikûmetê kartêkerî hebe. Dijmin wê iznê nade kurdan û kurd jî nikarin wî karî bikin. Em dikarin kîjan biryara dewletê biguherin!? Diziya serweta me nekin!? Me nekujin!? Li ax û welatê me yê bi gotina me herin der!? Ku waye û çu ferqek di navbera wan berbijêran de bo me nine û pakêca wan bo hilbijartinê bi nisbet gelê me yek cure ye, em jî dibe awayek jîrane bidin eyankirin ku di navbera me û rêjîmê de mewdayek dûr û dirêj heye. Ew jî tine demekê imkana wê heye ku em deng nedin û di hilbijartinê de beşdar nebin. Bes em jî bihevre wê biryarê bidin û hilbijartinê baykot kin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.