Barzanî: Wexta ragihandina Kurdistanê hatiye!

0
901

erokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku wexta avakirina dewleteke kurdî ya serbixwe li Iraqê hatiye.

Barzanî bersiva pirsên rojnameya Le Figaro yê frensî da û got: “Wexta ragihandina serxwebûna Kurdistanê hatiye. Lê em dizwazin, bi rêyên diyalog, muzakere û aştiyane ji Iraqê veqetin.”

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ev sedsale bo parastina yekîtiya Iraqê dixebitin û wiha pê de çû: “Li hemberî vê me çi bidestxist? 4 hezar û 500 gund hatin wêrankirin, em rastî êrÎşa çekên kimyewî hatin, tenê ji malbata min 10 hezar kes hatin kuştin.”

Herwiha Barzanî destnîşan kir ku dixwazin bi cîranên xwe re têkiliyên baş deynin û serxwebûn jî dê nebe sedemên pirsgirekên nû, berevajî dê alîkariya çareseriya pirsgirekan bike.

Barzanî li ser pirsa we garantî di mijara serxwebûnê de ji civaka navneteweyî standiye an ne? “Divê mijarê de biryarê dê gele kurd bide. Eger em hêvî bikin, civaka navdewletî xetalekê bide me, ticarî dewleta kurd çênabe.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.