şanoy Hilbijartina li Îranê dibê bihête Baykot kirin

0
1214

Erdelan ,Ebdullahî

Tenê 24 roj man bo şanoy hilbijartina serok komarî u Parlamentoya Rêjîma Îranê.
Hertim eynî sinarîyo u dîsa Vilayeta Feqîh

Rêjîma Vilayeta Feqîh nikare hikûmeta piraniyê pêk bîne u Sîstema siyasî ya Îranê bi tevahî girtî ye û rê li hemû beşdariyeke azad û vekirî ya digire u rêberê olî biraya yekem û dawî li ser çarenûsa xelkê û welat dide u Ti çavdêreke navdewletî yan jî herêmî çavdêriya hilbijartinên Îranê nake

Hilbijartin li Îranê de tiştekî formalîte û rûwekîye .
Hilbijartin ne demokratîke u rejima Îranê ji bi lî xwe hemû kes di bin zordestiyê de dihêle u her je ber vê Mijarê Kurdan Hilbijartinên Îranê baykot Diken.

Rejîma Îranê nasname û hebûna gelan înkar dike. Mafê kurd înkar dike. Di aliyê aborî , çandî û hemû aliyên din de, li ser gelan zextan dimeşîne.

Hilbijartin di welatên ku Dîn ( ol )û siyasetê bo xwe bikin minak û bo berjevendîyên xwe bikar bînin jibo ku Xelkê xwe bixapînin û xwe bi nunerê Xodê li ser Erzê raydin qet nabe ku li ser wê yeka han guhertin pêk bên .

Me ew yeka bêtir ji 30 salane tecrube kirî Û dîsa dupat dibin lê dibê îdî xelkên û netewên Îranê bihevra yek deng derkevin pêş we sîstima paşveketî û dîktator ku roja îro de di hemû barên komelatiyê û Civakî û çandî de netewên piir reng ên Iranê mafên wan binpê dikin û bi navê Islamê xelkê berdide hev û xwe jî hukûmetê dikin.

ji bo ku netewên iranê bikarbin bihevra bijîn û welatekî Demokira Û Azad pêk bînin ,dibê neçin ser sendoqan û dingê xwe nedin rêjma “ne “islamî ku xîna gelên Îranê hirşandiye û her rojê bi sedan xelkê welat dikujin û dixin zindanan û bêkuman destwerdanê jî  bi rûnî li welatê din de dikin û Terorîzmê  ji li derê û hindir de perwerde dikin.

Tenniya rêya wê Rêjîmê ,”ne” mana. vê ye Û li navbirna komara islamiya Îranê ye

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.