Hikûmeta Tirkiyê du çalakên ferhengî ên Rojhilata Kurdistanê azad kirin

0
993

Du çalakên ferhengî ên xelkê Rojhilata Kurdistanê, piştî derbazbûna sê mehan bi ser destbiserkirina wan de, hatin azadkirin.

çend rojan berî niha du çalakên çandî, bi navên Secad Cehanferd naskirî bi Jiyar, û Hesen Belede, piştî sê mehan destbiserkirinê azad hatin berdan.

Ew du çalakên çandî ên xelkê parêzgeha Kirmaşanê bo karê lêkolînê û domandina xwendina xwe, li ser daxwaza çend nivîskarên Kurd ên Bakûra Kurdistanê bo Tikiyê hatibûn vexwandin.

Pêştir malbata wan du hemwelatiyên xelkê Geylanxerb û Şahabadê, nameyek bo Me’ûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û rêkxiraw û navendên mafê mirovan şandibûn û daxwaz ji wan kiribûn ku hewlê bidin bo azadkirina zarokên wan.

Secad Cehanfer jidayîkbûyiyê sala 1364’an li bajarê Gêylanxerb a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye, û xwediyê çend berhemên edebî-lêkolînê, bi navên “Efsanêhayê serzemîn mîdya”, û “Nami Namêhayê Manîşt”, û çend pirtûkên dinê ye bi zimanê Kurdî bo zarokan.

Hesen Belede jî çalakê ferhengî ê xelkê bajarê Şahabada parêzgeha Kirmaşanê ye.

KURDPA

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.