Heşt hevwelatiyên Behayî di Îranê de hatin girtin

0
1159

Heşt hevwelatiyên Behayî di bajarê Bender Ebas, Qişm û Şîrazê, hatin girtin.

heft kes ji wan girtiyan, bi navên Mehnaz Cansar, Ferhad Amirî, Areş Rasixî, Mêhrullah Efşar, Omîd Aqayî, û Nesîm Qenewatiyan, di bajarên Bender Ebas û Qişm de ji aliyê Îtila’atê ve hatin girtin.

Ew heft kes niha bi bêy dadgehîkirin û bêy girtina parêzer di destbisergeha Bender Ebasê de hatine ragirtin.

Behayiyê dinê bi navê Edîb Heqwîje jî ku xelkê Şîrazê ye, di cihê karê xwe de hate girtin.

Ew hevwelatiyê Behayî pêştir jî, du caran, di salên 1389 û 1393’an de, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû girtin.

Behyaî berdewam li bin zexta hêzên hikûmetî de ne, û di salên borî de,gellek rapor li ser pêşîgirtina ji xwendina Behayiyan di zankoyan de, û destbiserkirina Behyayiyan bi awayê bikom, polompkirina dukanên wan, û têkdan û xerakirina goristanên wan hatine belavkirin.

Roja 7’ê Xakelêweyê jî hêzên hikûmetî çend Behayî bi navên Ihsan Iştiyaq, Înayet Ne’îmî, Ferzad Homayonî û Sirûş Pizişkî destbiser kiribûn.

Her di vê derheqê de, Asime Cehangîr raportvana taybet a Mafê Mirovan a NY di biyavê karûbarê Îranê de, di yekem rapora xwe de bas ji rewşa herî xirap ya kêmaniyên fermî û ne fermî ên dînî di Îranê de kiribû.

Rejîma Îranê ola Behayî bi fermî nas nake. Li gora rapora Civaka Cîhanî ya Behayouan, ji dema dewleta Ehmedînijad ve heya niha, wate di 11 salan de, zêdetir ji 860 Behyaî hatine destbiserkirin, û 275 kes ji wan di dawiyê de hatine mehkûmkirin û bo girtîgehê hatine şandin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.