Berpirsekî bilind ê Imarata Erebî dibêje: Dewleta Kurdî pêwîstiyeke dîrokiye

0
1078

Cîgirê Serokê Asayîşa Giştî yê Mîrnişîna Dûbey ferîq Zahî Xelfan ragehand damezrandina dewleta Kurdî pêwîstiyeke dîrokiye, amaje bi wê yekê jî kir ku, serxwebûna Kurdistanê dê hêzeke nû bide navçeyê û da zanîn ku, ew kesên rêgiriyê ji dewleta Kurdî re digrin tawanbarin.

Cîgirê Serokê Asayîşa Giştî yê Mîrnişîna Dûbey ferîq Zahî Xelfan çendîn bost derbarê Kurdan û dewleta Kurdî li ser rûpela xwe ya teybet a Tiwîterê belav kir, tê de  ragehand, ew kesên rêgiriyê ji dewleta Kurdî re digrin tawanbarin û da zanîn ku, damezrandina dewleta Kurdî pêwîstiyeke dîrokiye ji ber ku, pêwîstiya Kurdan bi serxwebûn û rizgarkirinê heye, ji ber ku, Kurdan di dirêjahiya dîrokê de zilim dîtiye.

Herwiha wî berpirsê Imaratî tekez kir ku, serxwebûna Kurdistanê wê hêzeke nû bide navçeyê û gelê Kurd hêjane bibin dewlet.

Ji aliyeke din ve jî  Cîgirê Serokê Asayîşa Giştî yê Mîrnişîna Dûbey ferîq Zahî Xelfan diyar kir ku, gelê Kurd gelek zilim û zordarî li ser destên wan welatên cîran Îran, Iraq, Sûriyê dîtine, ewên, xwe bi dewletên Islamî bi nav dikin.

Herwiha derbarê daxuyaniyaê Iranê li dijî dewleta Kurdî Xelfan wiha got:”Serxwebûna Kurdistanê iradeya gelê Kurde, Qasim Silêmanî nikare li pêşiya wê iradeyê raweste, dema gel bibêje belê bo serxwebûnê, Silêmanî wê ji Kurdistanê were derkirin.

Di dawîiya bostên xwe de Cîgirê Serokê Asayîşa Giştî yê Mîrnişîna Dûbey ferîq Zahî Xelfan daxwaz ji Kurdan kir ku, dewleta xwe rabgehînin û got: “Neviyên Selahedîn dema we hat dewleta xwe ya serbixwe rabgehînin û ez dê yekemîn kesbim danpêdanê pê bikim.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.