NY: 5 milyon Sûrî welatê xwe terk kirine

0
1096

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku ji destpêka şerê Sûrîyê ve, ji 5 mîlyon zêdetir Sûrî, neçar bûne ku welatên xwe terk bikin.

Vê hejmara ku Komîserîya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) dide, tenê penaberên ku qeydên wan li Tirkiye, Urdun, Lubnan, Iraq û Misirê hene ne.

Nifûsa Sûrîyê di sala 2011’an de 22 mîlyon bû. Li gor hejmara ku UNCHR dide, ji her çar Sûriyan yekê welatê xwe terk kiriye.

Di nav hejmara ku UNCHR daye de, 900 hezar Sûrî yên ku jibo penaberîyê serî li welatên Ewropayê dane û nehatine pejarindin, û yên ku li Tirkîye û Urdunê bê qeyd dijîn, tune ne.

UNCHR dide zanîn ku 6.3 mîlyon Sûrî jî di nav Sûrîyê de warên xwe guherandin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku di şerê Sûrîyê de, heta niha 96 hezar ji wan sîvîl 321 hezar kes hatine kuştin.

Herî kêm 145 hezar Sûrî jî wenda ne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.