70 sal bi ser îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibe

0
860

70 sal bi ser îdamkirina Serokomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed re derbas dibe. Qazî Mihemed li ber dara îdamê dibêje, “Hûn Qazî Mihemedekî dikujin lê bizanin ji her dilopeka xwîna min dê Qazî Mihemedekî din şîn bibe…”

Îro 30 Adarê ye, 70emîn salvegera îdamkirina Pêşewa Qazî Mihemed, birayê wî Sedrî Qazî û pismamê wî Seyfî Qazî ye.

Qazî Mihemed roja 22 Çileya sala 1946 Komara Kurdistanê damezirand lê piştî 11 mehan Komara Kurdistanê ji aliyê rêjîma wê demê ya Îranê ve hat hilweşandin.

Pêşewa Qazî Mihemed, ji bona ku komkujî neyê kirin, teslîm bû û canê xwe feda kir.

Qazî Mihemed li ber dara îdamê ji rêjîma Îranê re dibêje, “Hûn Qazî Mihemedekî dikujin lê bizanin ji her dilopeka xwîna min dê Qazî Mihemedekî din şîn bibe. Ez daxwaz ji gelê kurd dikim xebata xwe ya rizgariyê sist neke û baweriya xwe bi dewleta xwefiroş ya Tehranê nekin. Bijî Kurd û Kurdistan.”

Qazî Mihemed beriya ku were îdamkirin, wesiyetnameya xwe jî nivîsîbû. Qazî Mihemed di wesiyetnameya xwe de kurdan şîret dike û dibêje dijminatiya hev nekin, pişta hev bigirin…

Naveroka wesiyetnameya Pêşewa Qazî Mihemed wiha ye:

Bismillah Rehmanê Rehîm,

“Netewa min ya ku mafên wê hatiye xwarin, kur û xûşk û birayên min yên hêja! Ez dixwazin di gavên dawî yên jiyana xwe de ji we re çend tiştan binivîsim. Dijminatiya hev nekin, heval û hogirê hev bin, pişta hev bigirin û li hember dijminên zordar mêrxasane rawestin. Xwe vala-vala nefiroşin dijmin. Dijmin, heta pêwîstiya wî bi we hebe we qebûl dike ji ber wê jî ti carî rehmê bi we nake. Ti firsendekî ji dest nade ji bona serkutkirina we. Dijminên gelê kurd gelek in û zordar in, hêza wan heye û zalim in,şîfreya serkeftina we di yekitiyê de ye. Eger netewek nebe yek dê her dem bindest be. Ti tiştekî kurdan ji netewên din kêmtir nîne. Kurd di warê mêrxasî û mêrantiyê de gelekî ji wan netewên ku bi awayekî serbixwe dijîn, mezintir in. Ew gelên ku serkeftin bi dest xistine, mîna we bûn destpêkê.

Şîreta min bo we ew e ku bihêlin zarokên we bixwînin ji ber ku şîfreya serkeftin û gihîştinê di perwerdê de ye. Bila kurd ji gelên din paşde nemînin. Nabe hûn bi kuştina min û birayên min bitirsin ji ber ku hêşta gelek kesên din divê di vê rêyê de bibin qurbanî heta em bigihên armanca xwe.

Kurdistan mala hemû kurdan e. Divê her kurdek, li gorî hêz û şiyana xwe tiştekî bike bo vî welatî û nabe li ser yên din jî bike minnet. Eger we dît kesek karekî dizane bihêlin bila bike, li pêşiya wan astengiyan dernexin. Eger berpirstiya min mezin nebûya niha ez ne li ber dara îdamê bûm. Ez ji ber vê yekê minnetê li ser we nakim. Wek çawa Seidî (helbestvanê navdar yê Îranî) dibêje, qesta me şîret e êdî hûn dizanin.

Xizmetkarê gel û millet

Qazî Mihemed”

Şerîf Felah – BasNews

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.