Wêneyeke Pêşmerge xelata sale wergirt

0
922

Di sêyemîn pêşbirka wêneyan de, ku ji aliyê ajansa “Anadolu ” ve tê rêkxistin, bo îsal wêneyeke Pêşmerge xelata yekem bidest xist. Di wêneyê de Pêşmerge welatiyên sivîl di dema revandina ji destê DAIŞê de rizgar dikin.

Wêneya “Revîna ji DAIŞê” ji aliyê wênegirê Fransî Frederic Lafargue li çeperên Pêşmerge yên li dijî DAIŞê wergirtibû. Di wêneyê de hejmarek ji Pêşmergeyan hin welatiyên rizgar dikin, ku ji destê DAIŞê reviya bûn.

Ew wêne ji aliyê komîteya pêşbirkê ve, wek wêneya îsal hate hilbijartin.

Ew pêşbirk salane 3 rêzbendên yekem di warê wêneyên beşên nûçe, werziş, sirûşt û jîngehê xelatan dibexşînin. Îsal bi beşdariya 24 hezar wêne ji 17 welatên cihanê, 22 wênegir hatin xelatkirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.