Li Îranê jineke kurd a girtî ji ber îşkenceyê nameyek ji Hamaneyî re şand

0
1080

Mahkûmek jin a kurd ya binavê Efsane Bayezidî, nameyek ji Lîderê Olî yê Îranê Hamaneyî re şand û şertên giran ên di hepsan de nivîsand. Lê ji ber vê nameyê îşkenceyên girantir hatin serê wê.

Efsane Bayezidî ji Girtîgeha Kirmanê ji Lîderê Olî yê Îranê Alî Hamaneyî re nameyek sand û jê re got ku mehkûm di hepsan de rastî îşkenceyê tên.

Dezgehên Mafên Mirovan destnîşan dikin ku Bayezidî ji ber ku xwestiye ji Hamaneyî re nameyê bişîne, rastî îşkenceyê tê. Hêzên ewlehiyê ku nameya Efsane Bayezidî bidest xistin, ew avêtin hucreyeka takekesî.

Bayezîdî di nameya xwe de dibêje: “Hêzên istixbaratê yên Bokan û Ûrmiyeyê bi awayekî giran îşkence bi min kirin. Heqaret, tehdît û tacizan bi min kirin. Îşkence tam 90 rojan dom kir.”

Efsane Bayezidiya ku xwendekareke Zanîngehê ye û ji bajarê kurdan ê Îranê, Bokanê ye, sala borî bi tawana “Propagandaya li dijî Komara Îranê kiriye û alîkarî daye partiya kurdan” hatibû girtin. Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê 4 sal cezayên hepsê lê birîbû. Efsaneyê ji bo hepsa Kirmanê hatibû sirgûnkirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.