4 kolber ketin bin aşûtê û canê xwe ji dest dan

0
963

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber ketina aşûtê 4 kolber di bin berfê de man û jiyana xwe ji dest dan.

Şeva  (21-03-2017) li gundê Tirsawa ya navçeya Kotola serbi bajarê Xoyê, 5 kolberên kurd ketin bin aşûtê.

Li gorî agahiyan koberên kurd dema ji Bakûrê Kurdistanê derbasî Rojhilat dibûn, li ser sînor ketine bin berfê û 4 ji wan canê ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

Hate gotin, ku rewşa kolberê birîndar xeter e û ew rakirine nexweşxaneyê.

Ji bilî van kolberan, di zivistana îsal de 8 kolberên din li Urmiyê ji ber aşûtê û sermayê bûne qurbanî.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.