Li bajarê Îlamê yê Kurdistana Rojhilat, du otomobîl li hev ketin, di bûyerê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn.
Duh li ser rêya bajarên Îlam û Mêrhan li Kurdistana Rojhilat, pîkabek û otomobîlek li hev ketin.
Hat gotin ku di bûyerê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn. Her wiha çend ser pez jî, ku di dema bûyerê de li kêleka rê bûn, mirar bûn.