Bi sebeba Şaşitîkirina pizîşkan vê care, di bajarê Urmiyê de jineke ducanî jiyana xwe ji dest da

0
618

Şaşitîkirina pizîşkekî li bajarê Urmiyê, bû sebeb ku jineke ducanî jiyana xwe ji dest bide.

Li gor nûçeya gihîştiye Rojikurd, êvara roja 8`ê Reşemehê, jineke ducanî bi sebeba şaşitiya pizişkî di nexweşxaneya Kewser a bajarê Urmiyê de jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya vê jina ducanî wiha ye: “Nafiya Davtî” xelkê gundê “Melûne” ser bi navçeya “Soma” û “Biradost” a bajarê Urmiyê.

Piştre, ev jina Kurd bi sebeba jibîrkirina lêdana teqel (beqye)yan di nav zikê wê de, rastî xwînrêjiya hundir dibe, û eva jî bûye sebeb ku ev hemwelatiye jiyana xwe ji dest bide.

Ev jina piştî ku zaroka xwe tîne dinyayê, nexweşxaneya Kewserê a bajarê Urmiyê îznê dide navbirî ku here mal, lê piştî çend rojan bi sebeba êşa zêde ji zikê xwe, ev veguhastne nexweşxaneya “Siyêd El-şoheda”yê.

Pizîşkên nexweşxaneya Siyêd El-şoheda” sebeba mirina vê jina Kurd, nebûna teqelan di nav zikê wê de ragihandine, û ev zaroka 10 rojî ya vê jinê, ji dilovanî û mihebeta dayîkê, bo heta heta hate bêparkirin.

Di heyama 48 demjimêrên derbazbûyî de, eva duyemîn hemwelatiyê Kurd e, ku di Kurdistanê de dibine qurbaniyê şaşitiya pizîşkan, û jiyana xwe ji dest didin.

Di rojên derbazbûyî de jî, nûçegihanê Kurdpayê di bajarê Merîwanê de ragihand ku: “Jineke ducanî bi navê Soheyla Mewlûdî temen 31 salî, piştî derbazbûna kêmtir ji 24 demjimêran bi ser neştergeriya sezaryenê, jiyana xwe ji dest daye.”

Li gor gotina çavkaniyên bibawer: M. A pizîşkê pispor yê neştergeriya jinan û jidayîkbûna zarokan, di nexweşxaneya Bû`Elî a Merîwanê de, guh nedaye encama neştergeriyê, û temaşayî rewşa nexweş nekiriye, her ji ber vê yekê jî Soheyla bi sebeba xwînrêjiyê û daketina “tansiyon”ê (zexta xwînê), jiyana xwe ji dest daye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.