Keçeke Pêşmergeya Kurdistana rojhilat şehît bû

0
967

Keçeke Pêşmerge ya PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê) ku berî naha li eniya Başîkê birîndar bibû, li bajarê Hewlêrê şehîd bû û ew partiye jî amarên şehîdên xwe belav dike.

Pêşmergeyê PAKê Helo Remşitî vê derbarê de ragehand ‘’Piştî ku êrîş li ser Başîkê destpê kir, li gel tîma jinên PAKê em beşdarbûn, ku êrîş kirin ser Başîkê, wê demê du keçên Pêşmerge bi topên hewanê birîndar bûn. Yek ji wan keçên Pêşmerge ku navê wê Evîn bû, ji nexwaşxaneyê re hate veguhestin û 3-4 mehe li nexwaşxaneyê de bû, lê ji ber birîna wê pir bi bandor bû, îro 26.02.2017ê şehîd bû.’’

Herwaha got navê Evînê yê rast Zara ye û duyemîn keçe ji PAKê şehîd dibe û 14.mîn şehîda Pêşmergeyê wê partiyê ye li eniya şer a li dijî DAIŞê.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.