Du girtiyên siyasî ên hunermend di Êvînê de rastî lêdanê hatin

0
824

Du girtiyên siyasî ên hunermend bi navên Kêywan Kerîmî û Mêhdî Recebiyan di benda heşt ya girtîgeha Êvînê de rastî lêdanê hatin.

Kêywan Kerîmî roja Şemiyê 7`ê Reşemê ji aliyê hinek girtiyên din ve rastî lêdanê hat, û lingê wî derbe dît û pêwîstî bi neştergeriyê heye.

Berpirsyarên girtîgeha seba vê ku Keywan Kerîmî amade nebûye kincên pîs û qirêj ên girtîgehê lixwe bike, ew neşandine nexweşxaneyê.

Keywan Kerîmî ku Kurd e, û fîlmên belgeyî çê dike, di beşa zanista pêwendiyên civakî a zanîngeha Tehranê xwendina xwe bi dawî aniye, û seba çêkirina fîlmekê li derheq girafîta li ser dîwarên Tehranê kete girtîgehê de. Navbirî ku destpêkê bi şeş salan hepsê hate mehkûmkirin, niha piştî pêdeçûna bi ser hukmê wî de, hukmê wî bo salekê hepsa te`izîrî, pênc salan hepsa te`ilîqî, 223 derbên şellaqan, û 2 milyon Tûmenî hatiye mehkûmkirin.

Ji aliyekî din ve, malpera Mirovayeti eşkere kiriye, hinek ji girtiyên girtîgeha Êvînê êrîşî ser Mêhdî Recebiyan jî kirine. Mêhdî Recebiyan digel birayê xwe bi navê Husên hatine girtin. Husên Recebiyan bi sedema çêkirina fîlemkê hatiye girtin, û Mêhdî Recebiyan jî seba çêkirina albomekê li jêr navê `Dîroka Îranê ji zimanê sêtarê ve` hatiye girtin.

Navbirî di destpêkê de bi şeş salan hepsê hatibû mehkûmkirin, lê piştî pêdeçûnê hukmê wî bo sê salan hepsa te`izîrî û sê salan hepsa te`ilîqî hate kêmkirin.

Ew û birayê xwe ji 16`ê Cozerdanê ve di halê derbazkirina hukmê xwe di Êvînê de ne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.