Di Kirmaşanê de çalakeke sivîl hate destbiserkirin

0
1013

Ferzane Celalî, çalaka mafê jinan û çalaka sivîl di bajarê Kirmaşanê de hate destbiserkirin.

Ferzane Celalî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Kirmaşanê ve hatiye destbiserkirin, û ew birine cihekî nediyar.

Tê gotin ku navbirî endama pêşîn a Civata Îslamiya Zanîngeha Tehranê bûye, û berî niha serbarê vê ku pileya şeşem di konkora karnasiya bilind de bi dest xistibû jî, ji domandina xwendinê hate bêparkirin.

Navbirî piştre dest bi çalakiyan di ware pirsên medenî û mafê jinan d ekir, û yek ji wan kesan bû, ku bidûreçûn bo mafê dersxwanên birîndarbûyî di xwendingeha şînavê de dikir.

Hêjayî basê ye ku di Çiriya Paşîna sala 1391’an de, dibistana keçan a gundê “Şînavê” di şaristana Pîranşeherê a ser bi Parêzgeha Urmiyê de agir girt, û di vê rûdawê de 29 dersxwan bi giranî şevitîn, û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.