Bi hêceta hebûna PKKê
irokeyên şer yên Tirkiyê çeperên PKKê yên li devera Kanî Masî ya Duhokê dan ber bombeyan.
Îro danê piştî nîvro, firokeyên şer yên Tirkiyê devera Kanî Masî ya Duhokê dan ber bombeyan.
Welatiyê bi navê Nasir Îsmaîl, ku xelkê wê deverê ye, ji BasNewsê re got, firokeyên şer yên Tirkiyê li gundên Dêşîş û Helezêna Serî dan ber bombeyan.
Li gorî agahiyên Nasir Îsmaîl, ji ber ku ew gund vala ne tiştek bi xelkê sivîl nehatiye.
Ji ber hebûna PKKê li deverên sînorî yên parêzgeha Duhokê û êrişên Tirkiyê, gelek gund vala bûne.