Li Ormiyê aşût bi ser malan de hat – 2 kes mirin

0
621

Li gundekî bajarê Ormiyê yê Kurdistana Rojhilat, ji ber aşûtê du endamên malbatekê can dan.

Duh li gundê Berdesorê li nahiya Sîlvana ya Ormiyê, aşût bi ser mala welatiyekî de hat, tevahiya endamên malbatê di bin aşûtê de man. Lê bi alîkariya gundiyan endamên malbatê ji bin aşûtê hatin derxistin.

Li gorî agahiyan, tevahiya endamên wê malbatê, ku 4 kes bûn, birîndar bibûn ji ber wê jî birin nexweşxanê. Di nexweşxanê de bavê wê malê û kurekî wî can dan û mirin.

Li gundê Kilasî li devera Mirgever ya Ormiyê jî aşût bi ser malekê de hat lê endamên wê malbatê hatin rizgarkirin. Hat gotin ku tiştek bi wan nehatiye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.