Hicrî: “Serkeftina kurdan nêzîk e”

0
896
Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mistefa Hicrî ji bo konferansa kurdan ku li Moskowê hatibû lidarxistin, peyamek şand

Sekreterê Giştî yê PDK-ΠMistefa Hicrî ji bo konferansa navneteweyî ya kurdan ku duh li Moskowê hatibû lidarxistin, peyamek şandîye û di peyamê de gotîye, “Kurd yek netew e, Kurdistan yek welat e. Her partî û saziyên kurdan bêyî destwerdana karûbarên perçeyên din ên Kurdistanê bikin, divê li ser bingeha berjewendiya netewî bi hev re kar bikin.”

‘Divê her hêz û saziyên kurdistanê yekrêzî û hevkariyê di navbera xwe de bikin armanc’

Hicrî di peyama xwe de balkişandîye ser guhertinên li Rojhilata Navîn û bandora wê ya li rewşa gelê kurd gotiye, “Guhertinên li herêmê pêk tên bandorê li ser qedera gelê kurd dike. Ji ber vê yekê divê her aliyekî Kurdistanê di asta berpirsyariya siyasî û netewî de hewil bide û têbikoşe. Divê her hêz û saziyên siyasî û civakî yên Kurdistanê di çarçoveya berjewendiyên netewî û rizgariya gelê Kurdistanê de pêkanîna yekrêzî û hevkariyê di navbera xwe de bikin armanc.”

Mistefa Hicrî balkişandîye ser guhertinên li Rojhilata Navîn pêk tên ji bo kurdan him dikare bibe derfet him jî dikare bibe gef û metirsî. “Partî û hêzên Kurdistanî ji bo karibin van guhertinan bikin derfet, beriya her tiştî divê rêzgirtina ji hev re û qebûlkirina hevdu bikin xala sereke. Divê her partî û sazî ji qebûlnekirin, destwerdan û dijberiya hev dûr bisekinin û bi şêweyekî netewî û demokratîk bi hev re pêşengtiya tevgera rizgariya Kurdistanê û bidestxistina serweriya netewî bikin.”

‘Her partiyeke Kurdistanê dikare heta astekê peywendiyên taktîkî ligel dewletên dagirker deyne lê…’

Hicrî di peyama xwe de gotîye, “Di şert û mercên niha de her partiyek Kurdistanê dikare heta astekê peywendiyên taktîkî ligel dewletên dagirker deyne lê dema ku ew peywendî zirarê bide strateji û xebatên partî û saziyên wê perçeyê Kurdistanê û ne di xizmeta gelê kurd û yekîtiya netewî de bei divê were bidawîkirin.”

Sekretê PDK-Îyê di dawiya peyama xwe de jî gotîye ger partî û hêzên kurd bi yekîtî û zanebûn tevbigerin, roja wê roja kurdan be û serkeftina kurdan jî nêzîk e.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.