Mewlûdî: Xebata herdu demokratan dê hîn frawantir be

0
667

Sasan Tofîq

Mistefa Mewlûdî Sekreterê nû yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) derbarê guherînên di serkirdeyatîya hizbê, xebatê hizbê li Rojhilatê, pewyendîyên wan ê ligel Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) ji heftenameya Basê re axivî. Mewlûdî destnîşanîyê bi xebata herdû layanên demokrat dike û wisa dibêje: ”Xebata me pirrehend e, xebata me ya medenî nav welat heye, xebata pêşmerge heye, ya dîplomasî heye. Di meseleya din de gava ku hêzek parçe dibe, bêguman xebeta her parçeyekê ji haletê yekgirtî yê wê divêt lawaztir be. Xebata herdu demokratan bi hev re bêguman dê hîn frawantir bûya. Wekî din xebata me paralel bi hemî rêxistinên Rojhilatê re, bi taybet bi HDK-Î re ber bi pêş ve diçe.”

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê hate guhertin. Gelo prosedûra vê guhertinê çewan bû. Di haletên asayî de sekreter di kongreyê de dihête guhertin, gelo hûn çima hêvîya kongreyê neman daku sekreter biguherin? Hest bi lezûbezekê di guhertina sekreter de dihête kirin? Gelo guhertina sekreter dê liser siyaseta hizbê tesîrê bike?
Ligor peyrewa navxwe ya hizbê, sekreterê giştî ji alîyê Komîteya Merkezî ya hizbê ve dihête hilbijartin. Ango her civîneka KM ew selahîyet heye, ku sekreterî biguhere û di vir de çi rûdaneka neyasayî nehatîye encam dan. Lê rast e, di gelek haletan de, sekreter di civîna KM ya piştî kongreyê de dihête hilbijartin û heta kongreyeka din liser wî postî dimîne. Loma jibo hindek kesan seyr dihête dîtin, ku sekreterê ne di prosesa yan digel kongreyê hatîye guhertin. Yan na wekî me got her civîneka KM ew selahîyet heye sekreter biguhere û ev pêvajoyeka siruştî ye, lê rast e, wekî urf diyardeyeka degmen e. Herwiha ligor peyrewa navxweyî ya hizbê her kesek du caran heq heye bibe sekreter; kak Xalid Ezîzî du caran wekî sekreter hatibû hilbijartin, ango di hêla yasayî de jî dewra kak Xalidî temam bûbû.
Dihête gotin, ku kak Xalid ji ekoleka nûtir e, û zêdetir pêdagirî digel rêçareyên medenî, bo nimûne danûstandin bi hikûmetê re, dike, lê cenabê te zêdetir meyla xebata çekdarî heye. Gelo tiştekî wisa rast e?
Siyaseta HDK ligor kesan nahête guhertin. Siyaseta HDK di polîtbîro û KM de dihête diyar kirin. Wekî presîp ji zemanê Pêşewa Qazî heta Dr. Qasimlû û Dr. Şerefkendî ticarî me alternatîva gotûbêjê nedanîye alîyekî. Lê pirs liser teknîka gotûbêjê bixwe ye, liser mekanîzma wê ye, liser zemîneya gotûbêjê bixwe ye. Jiber ku Hikûmeta Komara Îslamî ew kapasîte têde nîne ku bi rêka siyasî pirsgirêka kurd çareser bike. Yan na liser alîyetên gotûbêjê bi Komara Îslamî re di van çend salên ku me bi hev re kar kirîye ti ciyawazî di navbera min û kak Xalid de nebûye. Di hêla din de rast e, ku vatiş û edaya sîyasî ya kak Xalid dikare ji ya min ciyawaztir be. Ev jî ji paşxanên cuda û ji fezaya demokratîka hizba me dihêt.

Yanê em dikarin bêjin di peywendî bi rêbaz yan meyla gotûbêjê bi Îranê re ti guhertin di siyaseta hizbê de çê nebûbe?
Nexêr. Jiber ku meseleya kurd meseleyeka sîyasî ye, û divêt bi rêya dîyalogê bihête çareser kirin. Em dîyalogê wekî yek ji rêbazên xebat û têkoşîna hizbê dibînin û ev yek ji rûberên siyaseta me ya resmî ye. Lê teknîka dîyalogê dikare cudatir be. Dibe ku teknîka kak Xalid jibo vê dîyalogê cuda be. Lê herçende ev kar tenê karê min nîne. Karê KM ye. Heger KM li cî dît ku dest bi dîyalogê bike, ligor helûmercan dê teknîkeka qabilî îstifade jibo dîyalogê bi kar bihîne.
Ew di hêla siyasî de bû, lê gelo di hêla rêveberîyê de piştî hilbijartina cenabê we ti guhertin dê bihête holê. Ango modeleka serkirdayetî yan birêveberayetî ya ciyawaz dihête peyrew kirin.
Yekem ev e, ku ev deh roj in, ez hatime hilbijartin, paşan hindek prensîp û siyasetên sabit ên hizbê hene, ku ne kak Xalid dikare biguhere ne ez. Lê helwêstên hizbê jî ne dogma mutleq e. Guhertinên herêmî tesîrê liser hizbê dike.
Xebatên hizbê di çi astekê de ye. Xebatê rêxistinî û astê tevlêbûna çawan e? Piştî cudabûna ji HDK-Î gelo astê xebata we xurttir bûye yan lawaztir? Gelo xebateka we ya koordîne bi HDK-Î re heye, yan gelo frîksiyon di navbera we de çê dibe. Bo nimûne HDK-Î helmeta Rasanê ragihandin, helwêsta we lember wê helmetê çi ye? Wekî me bihîstîye hûn ji van helmeta wan nerazî ne. Çima? We boçûna xwe jibo wan dîyar kiriye?
Xebata me pirrehend e, xebata me ya medenî nav welat heye, xebata pêşmerge heye, ya dîplomasî heye. Di meseleya din de gava ku hêzek parçe dibe, bêguman xebeta her parçeyekê ji haletê yekgirtî yê wê divêt lawaztir be. Xebata herdu demokratan bi hev re bêguman dê hîn frawantir bûya. Wekî din xebata me paralel bi hemî rêxistinên Rojhilatê re, bi taybet bi HDK-Î re ber bi pêş ve diçe. Liser wê helmeta ku wan dest pê kirîye, me piştgîrîya xwe ragihandîye û me xemxurîya xwe jibo pêşmergeyên wan yên canbext jî diyar kiriye. Lê ev deh sal in, me xebateka wisa daye dest pê kirin û bi qandî hejmara şehîdên ku wan di mawê van du salan de daye, me jî şehîd dane. Me her îsal du şehîd û çend birîndar jî dane. Lê dibe ku dîtinên me yên ciyawaz liser teknîka Rasan wan hebin. Dibe ku bi bawerîya me di teknîka Rasan wan de kêmasî hebe. Wan jî liser çewantîya teknîka xebata me ya medenî û çalakvanên me yên xebata nav bajaran de têbînî hene. Rêz û hurmeta me bo helmeta Rasana HDK-Î heye, lê me têbînîyek heye, gelo bi qasî ku wan qurbanî dane, destkeft jî bi dest ve anîne? Gelo etûdeka baş liser vê helmetê hatîye kirin. Peywendîyên me bi wan re ne di astekê de ye, ku em pêkve rûnên û liser encamên helmetê etûda xesarnasîyê bikin. Di medyayê de jiber xwîna şehîdên demokrat me nexwastîye em rexneyên xwe derbibirrin.
Herçî hejmara endam û pêşmergeyan e, ez nikarim hejmaran dîyar bikim, dikarin bêjim di hêla çendîtîyê de em û hevalên din yên demokrat teqrîben di heman astê de ne. Lê tişte heye, ew jî berê gava ku me dewreyên perwerdeya pêşmergeyan çê bikira belkî hejmara her dewreyekê 100 bûya, niha 200 e. Ev guhertin hem liba me hem liba hevalên din dihête dîtin. Medyaya ku ew bi kar dihînin belkî zêdetir înternetî be, ya me televîzyoneka mutewazi heye.
Bi hatina Trump re hûn pêşbînî dikin çi guhertinên bineretî li Rojhilata Navîn, nemaze li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çê bibe? Ew derfetên guhertinê ku Trump biafrîne dikare çi tesîrekê liser peywendîyên we û demokrata din bike, ango rêxweşker e, jibo hevgirtinê?
Bi bawerîya me, DYAyê siyaseteka sabit di pênava berjewendîyên neteweyî yên xwe de hene. Dikare hindek arasteyên vê siyasetê bihêne revîze kirin, lê bi giştî siyaseta wan ligor şexsekî rastî guhertinên radîkal nahêt. Rast e, hem Trump hem jî kesên ku jibo rêveberîya xwe întisab kirîne, liser Îranê vatişên tund kirine. Behsa zextên rejîma Îranê û destêwerdana wê li derveyî Îranê dikin; ev nîşan dide ku renge fişarê bihînin ser Îranê. Ev zext û fişara dikare derfetekê jibo tevgerên Rojhilatê Kurdistanê pêk bihîne ku bikaribin hindek xebatên xwe bi pêş de bibin. Di haleteka wisa de jibo ku em bikaribin bi awayekê xebatê bikin, divêt em yek bigirin. Divêt em keresteyên siyasî biafrînin, ku bikarin ji vê firsendê kelk wergirîn. Keresteyekê pir baş ku em bikarin ji vê derfetê sûdê bibînin, yekgirtin demokratên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Xelk bi giştî liser wê bawerîyê ne, ku her du hizbên demokrat rakid û li cîyê xwe rawestîyayî ne, passîv in, xebatê nakin. Xuya ye hêvîyên wan ji demokratan hene. Hûn liser vê çi dibêjin?
Yên ku di wê bawerîyê de demokrat passîv in û tiştekî nakin, neheqîyê dikin û ji xebata me ne agehdar in. Ya dûyê, em tevgerên Rojhilatê Kurdistanê ne û ji lewre bivê-nevê tabiê rewşa sîyasî ya Îranê ne. Heger rewşa sîyasî li Tehranê biguhere li Kurdistanê jî dikare biguhere. Di serdema Komara Mehabadê jî jiber ku rewşa giştî ya Îranê hate guhert, lewre ew komara hate damezrandin. Li başûrê Kurdistanê jî herwiha, heta guhertinên bineretî bi ser Iraqê de çê nebûn, ev kîyana ku li başûr di bin sîwana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çê bûye jî dê çê nebûya. Li Rojavayê Kurdistanê jî her wisa ye. Li wir niha xweserî, kanton û federalî çê bûye. Em rewşê li Rojhilatê dişopînin. Em dê di ayindeyê de jî bibîne aktorekê serekî li Rojhilatê.
Peywendîyên we bi rêxistin û partîyên din ê rojhilatî re çawan e? Mebesta min xebata di nav Rojhilatê Kurdistanê de ye.
Peywendîyên me bi hemîyan re pir baş e. Piştî komkujîya Şeva Yelda yê, ku çend pêşmergeyên me şehîd ketin, 30 partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanî tevî yên Rojhilatê piştîvanîya xwe jibo hizba me îlan kirin û di akama vê yekê de me tevî şeş partî û rêxistinên rojhilatî kommîsyoneka emnîyetî jibo ewlehîya baregehên partîyên rojhilatî li başûr damezrand. Ji niha ve dîyalogeka me heye, em xebateka hevbeş li Rojhilatê bidine dest pê kirin. Vê prosesê dest pê kirîye û dê berdewam be. Lê heger hindek hizb xwe yên eslî û navendî nebînin, ev proses dê bigihîje armancekê. Lê di hêla pratîk de em hindekî hêdî tev digerin. Em ligor zerûreta rewşê bi taw û sureta pêwîst hereket nakin. Yek ji sedeman jî ev e, ku di hindek waran de HDK-Î liser wê bawerîyê ku nabe em di xebatên wisa de beşdar bin. Di nav çend komeleyan de jî ev pirsgirêk hene. Niha amadeyîya hevkarîyê zêdetir e. Lê zerûret wisa ye, divêt em xêratir hereket bikin.

Em dixwazin demokrat hev bigirin
Demeka dirêj e, hewl û munaqeşe liser hevgirtina her du hizbên demokrat heye. Gelo ji aliyê we ve, hûn bi ciddî hez dikin ev hevgirtin çê be, yan fişara xelkê we mecbûrî vî karî dike? Piştî hatina cenabê te gelo dê hewleka ciddî bo hevgirtinê dest pê bike?
Em bi ciddî hez dikin her du demokrat hev bigirin û bibine yek, jiber ku bi yekgirtina wan potansîyeleka mezin dikeve kayê. Em vê wekî zerûretekê dibin. Em hêvîdar in, alîyê din jî ciddî bin. Hevdîtin jibo hevgirtinê berdewam bûn, lê braderên HDK-Î ev pêvajo rawestandin, jiber ku ji derbirrînên kak Xalid nerazî bûn û dîtinên wan yên cuda liser helwêsta me ya diyalogê hebûn. Lê bi bawerîya me divêt Rojhilatî kêşeya xwe her bi dîyalogê bi Îranê re çareser bikin, çewan ku başûrî bi Iraqê û bakurî divêt bi Tirkiyê re liser masê muzakerê çareser bikin. Ji roja ku ez wekî sekreter hatime hilbijartin, min îlan kirîye werin em bi awayekê ciddî û sadiqane liser hevgirtin bi hev re bikevin dîyalogê. Ne jibo dilê xelkê û xwe xweş bikin, lê jibo hevgirtin û yekgirtinê vê dîalogê bidine destpê kirin. Ez bixwe ji vê rewşê nerazî me. Ev derbeyeka mezin li demokratan dixe. Tevgera kurd li Rojhilatê lawaz dike. Wekî presîp em dîaloga hevgirtinê wekî zerûretekê pênase dikin. Lê bi destekî çepik nahêt lêxistin, divêt alîyê din jî pêşde bihêt.

Heftenameya Bas

Comments

comments

Bersiv bd: