Hunermendê kurd Kêyhan Kelhor xelata Grammy wergirt

0
1258
Kêyhan Kelhor ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 1963an de li bajarê Kirmaşanê hatiye dinyayê. Kelhor niha li zanîngeheke New Yorkê, waneyên muzîkê dide.

Îsal “Xelata Albûma Herî Baş a Muzîka Cîhanî” ya 59emîn Xelata Grammyê, muzîkjenê kurd Kêyhan Kelhor wergirt.

Şeva 59emîn Xelata Grammyê li Los Angelesê, li Staples Centerê bi pêşkêşvaniya James Corden bi rê ve çû.

Hunermendên navdar weke Beyonce, Adele, Bruno Mars wê şevê derketin ser dikê. Herwiha Mettallica û Lady Gaga bi hev re strana Moth into Flame xwendin.

Di wê şevê de Xelata Albûma Herî Baş a Muzîka Cîhanî, koma Silk Road (Rêya Hevrîşim) a ku hunermendê kurd ê ji Rojhilata Kurdistanê Kêyhan Kelhor jî endamekî komê ye wergirt.

Kêyhan Kelhor bi hin muzîkjenên navdar ên cîhanî, koma Silk Road pêk anîn û albûma “Sing me home” (Li malê ji bo min bistrê) derxistin. Kelhor ev 6emîn car e, ji bo Xelatên Muzîkê yên Grammyê dibe namzed.

Kelhor di piçûktaniya xwe de dest bi muzîkê kiriye, ewilî di Orkestraya Radyo û Televîzyona Îranê ya Netewî de xebitiye.

Piştre ji bo perwedeya muzîka klasîk li Roma û Ottawayê xebatên xwe domand. Lê medyaya cîhanê Kêyhan Kelhor weke hunermendê navdar ê Îranê di manşetan de dan nîşandan.

Kêyhan Kelhor ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 1963an de li bajarê Kirmaşanê hatiye dinyayê. Kelhor niha li zanîngeheke New Yorkê, waneyên muzîkê dide.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.