Li bajarê Wanê 16e kes hatin girtin

0
803

Bi hêceta endamtiya PKKê û KCKê

Li Kurdistana Bakur û Tirkiyê operasyonên girtina endamên PKKê û KCKê  berdewam in, îro jî di bajarê Wanê yê Kurdistana Bakur de16e kes bi hêceta endametiya Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) hatin girtin.

Li gor daxuyaniya ajansa AAyê ku, ser bi Hikumeta Tirkiyê ve ye, Polîsên Tirkiyê di operasyonekê de li dijî endam û alîgirên PKK û KCK li bajarê wanê 16e kes bi hêceta endametiya rêxistinên terorî hatin girtin.

Berî niha Navenda Giştî ya Asayîşa Tirkiyê rageandibûn ku, wan li 81 bajarên Tirkiyê bi armanca aramî û ewlekariya dest bi operasyonan kirine, heta niha jî bi hezaran kes hatine girtin.

Ji ber zêdebûna giritiyên Tirkiyê Wezareta Dadê ya wî welatî di heftiya borî de ragehandibû ku, biriyare 174 girtîgehên din werin vekirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.