Birîna hukmên giran bo hemwelatiyên Şinoyê ji aliyê dadgeha Înqilabê ve dirêjî heye

0
730

Piştî birîna hukmê giran bo heft hemwelatiyên xelkê bajarê Şinoyê, çar hemwelatiyên din jî, ji xelkê wî bajarî bi hepsa demdirêjî hatine mehkûm kirin.

Li gor nûçeya giheştî nûçegihaniya “Mirovayeti”yê, çiqa yek a dadgeha Înqilabê a bajarê Urmiyê di hukmekê de çar hemwelatiyên xelkê bajarê Şinoyê bi 76 sal girtîgeh mehkûm kirine.

Li gor vê biryarê, Fetah Pûrehmed bi 22 sal heps, Celal Mehmûdî 22 sal heps, Luqman Emînî 17 sal heps û Luqman Ezîzî bi 17 sal hepsê hatiye mehkûmkirin.

Serçaveyeke bawerpêkirî di dadgeha bajarê Urmiyê de, bi Ajansa Mirovayetiyê ragihandiye, “Dadgeha Înqilab” a bajarê Urmiyê ev çar hemwelatiyên Kurd bi tometa endambûn û alîkarî digel yek ji partiyên kurdan li dijî hukûmeta Îslamiya Îranê mehkûm kirine.

Di meha Pûşpera îsal de, Fetah Pûrehmed û Luqman Emînî xelkê gundê “Çarbot” li navçeya “Nelos”, Luqman Ezîzî û Celal Mihemedî xelkê Şinoyê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatine desbiser kirin.

Piştre ev çar hemwelatiyên Kurd bi danîna 200 milyon Tûmenî heyanî dema birêveçûna dadgehê, bi awayekî demkî azad bûn.

Li gor gotina wan her çar hemwelatiyan, birîna hukmê wan çar hemwelatiyan bi amadebûna wan bûye û herwiha heyanî dema 20 rojên din dikarin nerazîbûna xwe derheq bi vê hukmê bînin ziman.

Di destpêka meha Rêbendana îsal de, dezgeha dadweriyê a hukûmeta Îranê di bajarê Urmiyê de, hemwelatiyekî xelkê bajarê Şinoyê bi darvekirin û şeş hemwelatiyên din jî bi girtîgeha demdirêjî mehkûm kir.

Nasnameya wan hemwelatiyên ji wan re siza hatiye sepandin, ji aliyê Dadgeha Înqilabî a bajarê Urmiyê ve wihaye:

1-Hidayet Ebdollapûr,mehkûm bi sêdare
2-Hasil Ezîzî, 25 sal girtîgeh
3- Mihemed Zahêd Feramerzî, 20 sal girtîgeh
4-Yeqiûb Baêkram, 15 sal girtîgeh
5-Celal Mesrûrî,15 sal girtîgeh
6-Kemal Mesrûrî, 11 sal girtîgeh
7-Sidîq Baêkram, 10 sal girtîgeh

Ew heft hemwelatiyên kurd xelkê gundê Qereseqel a ser bi bajarê Şinoyê ne.

Berê jî, 5 hemwelatiyên din yê kurd bi tometa endambûn û alîgiriya yek ji partiyên kurdan yên dijberî hikûmeta Îsalamiya Îranê, ji aliyê çiqa 101 a dadgeha cezakirinê ya 2 a bajarê Şinoyê, bi çendîn tometên cur bi cur û bi avakirina dosyeyên bê bingeh ji aliyê navenda ewlehiya hikûmetê ve, bi dehan sal bi girtîgehê hatibû mehkûm kirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.