Serdozgerê giştî yê dewleta Îranê: Rûdawa ku berî niha demekê bona kolberan hate pêş, sirûştî bû, xwedê wan efû bike

0
723

Serdozgerê giştî yê dewleta Îranê,daye zanîn ku ev kolberane, ew kes in ku li ser sînoran jiyan dikin, û ji berê ve heyanî niha kelûpelan tînin û dibin, divê alîkarî bi wan kesna re bê kirin. Wî daye zanîn ku bûyera çend rojên derbazbûyî, bona kolberan bûyereke xwezayî bû, û ez hêvîdar im xwedê wan, efû bike.

Hêjayî basê ye ku, rêjeya bêkariyê di asta herî jor de ye,û ev kesên ku dewleta Îranê wan kolber bi nav dike, piranî Kurd in, û bona bijîwa jiyana xwe neçar dimînin ku dest bi wî karî bikin, di heman demî de, gellek caran ev kolberene rastî girtin û zexta dewletê tên.

Herwiha dewleta Îranê wan kolberên ku bi zehmet û keda xwe bona jiyankirinê tekoşîn dikin, qaçaxçî bi nav dike, û di sînoran de wan dide ber gulleyan, û vê yekê jî bi hêceta parastin û ewlehiya sînoran bi nav dike.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.