Sînemakareke Kurd bo cara pênem hate xelatkirin

0
1059

Lîstikvana sînemayê ya Kurd ya bi navê şebnem Yûsifî xelata yekem ya festîval û pêşbirêkiya nimyişnamexwaniyê wergirt.

Navbirî ew xelat roja şazdê Rêbendanê di rêûremeke taybet bi şanoyê de wergirt. Navbirî di 13.emîn festîvala şanoya Kurdî ya Seqizê de jî, tendîs, dîploma îftixarî, û xelata yekem ya lîstikvaniya jinê, bo nîşandana şanoya Xec û Siyabend di bajarên Urmiye, Selmas, şino, û Batmanê di Kurdistana Bakûr de bi dest xistibû.

Şanoya Xec û Siyabend, bi derhîneriya Resûl Bengîn ji Urmiyê, çîroka evîndariya Xec û Siyabend e, ku di du rewşên kevn û nû de, tê nîşandayîn.

Ew evîndariya ku wekî bi sedan çîrokên din ên evîndariyê bê encam bidawî tên, û nagihîjin hêvî û miraza xwe.

KURDPA

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.