Kolberek bi fîşeka pasdaran birîndar bû, yek jî di bin aşûtê de ma

0
791

Li Kurdistana Rojhilat, kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat birîndarkirin yek jî di bin aşûtê de ma.

Duh li nêzîkî bajarokê Selas Bawecanî li eyalekta Kirmaşanê ya Kurdistana Rojhilat, komek kolberên kurd rastî êriş pasdarên Îranê hatin.

Hat gotin ku di wê bûyerê de kolberê bi navê Peyman Keremî (24 salî) bi giranî birîndar bûye û niha li nexweşxanê tê dermankirin lê metirsa mirina wî heye.

Ji aliyekî din, li devera Tirgever a Ormiyê, duh 2 kolberên kurd nêzîkî sînorê Bakûr û Başûr di bin aşûtê de mane, yek ji wan hatiye rizgarkirin, yê din jî heta niha di bin aşûtê de maye û nayê zanîn zindî ye yan mirî.

Ew her du kolberên kurd xelkê gundê Pêsanê li devera Tirgevera Ormiyê ne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.