Hewraman: dû kes ketine bin reniya berfê de û jiyana xwe ji dest dan

0
878

Li gor agahiyên Rojikurd li navçeya Hewramanê de îro pêşnîvero du fermanberên ekekterîkê ketine bin reniya berfê de û jiyana xwe ji dest dan.

îro pêşnîvero 30.01.2017ê li rêya Dizlî-Derekî ser bi Sewlaya Hewramanê li şûnekê bi nave Kerbenavê reniya berfê hatiye xwerê û bi wê sedemê du kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ew du kesene karmendên rêveberiya elektrîka Sewlayê bûne. Bi naven Daryoş Şekirî û Peyam Mihemedî xelkê gundê Çeşmîra Hewramanê ne ku bi sedema ketina bin reniya berfê de jiyana xwe ji dest dane.

Piştî bûyerê xelk û hêzên havarçûê çûne şûna bûyerê û termên wan du kesanê ji bin reniya berfê de derxistine û şandine nexweşxaneya Bûeliya Merîwanê.

Du roj berî niha jî li gundekê serdeştê 15 kes ketibûne bin reniya berfê de û di encam de 4 kesan jiyana xwe ji dest danbûn û pênc kes jî bi giranî birîndar bibûn.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.