4 kolberên Kurd di navçeya Serdeştê de ketine bin reniyê de

0
712

Bi sebeba barîna befir û sermaya zêde, û herifîna reniyê li bajarê Serdeştê, 3 kolber di gundê “Bêvrana serê” a ser bi vî bajarê bûne qurbanî.

Li gor nûçeyên ku gihîştine Mirovayetî”yê; êvara roja Şemiyê 9`ê Rêbendanê, 12 kolberên bajarê Serdeştê di bin herifîna reniyê de man.

4 kes ji wan kolberan ku jiyana xwe ji dest dane, nasnameya3 kes li wan bi vî rengî ye: “Diyar Mihemednêjad kurê Hemze, temen 18 sal, û Şêrzad Ebdullahî temen 27 salî kurê Omer, û Hîwa Îbrahîmîniya kurê Ebdulla temen 22 salî.”

Yek ji birîndarên vê rûdwê, bi navê “Rizgar Elîzade” xelkê gudê Bêvrana xwarê, di vê rûdawê de lingê wî şikestiye.

Li gor nûçeya vê serçavê, ev kolberên birîndar, bona dermankirinê rakirine nexweşxaneya navendî ya bajarê Serdeştê.

Ev kolberane bi alîkariya xelkê xwecihî û çiyageran, û xelkê bajarê Serdeştê hatine rizgarkirin.

Barîna berfra zêde di demsala zivistanê de, metirsiyeke din e ku jiyana kolber û kasibkarên Kurd digire.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.