Sê partiyên Rojava bûn yek

0
800

Sê partiyên Kurdistana Rojava bi merasimeka fermî bûn yek.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Netewî û Demokratîk a Kurdistanê (YNKD) Xefûr Mexmûrî ji BasNewsê re got, duh li avahiya sê partiyên Rojava, Partiya Azadî, Partiya Azadiya Kurd – Sûriye û Şepêla Hevgirtinê bûn yek.

Xefûr Mexmûrî her wiha got, di merasima hevgirtina wan partiyên siyasî yên Kurdistana Rojava de nûnerên piraniya hêz û partiyên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê beşdar bibûn.

Sekreterê giştî yê YNKDê da xuyakirin ku li Kurdistana Rojava dema kurdiniyê ye ne partîtiyê.

Mexmûrî bang li partiyên Rojava kir xwe nêzîkî hev bikin, xwe ji berjewendiyên teng ên partîtiyê dûr bixin û firsenda ku li wî beşê welêt derketiye holê, sûdê bibînin û bi hev re xebat bikin da ku gelê kurd li wî parçeyê Kurdistanê bigihê mafên xwe yên rewa.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.