HDPe bi têbîniyekê dadgeha Tirkiyê xiste bin pirsyarê de

0
863

Cîgirê Hevserokê HDPê di tora civakiya xwe ya Tiwitterê de pirsyarekê ji serdozgerê giştî yê Komara Tirkiyê dike û dibêje ku bo çi we li ser rûpela xwe navê hevserokên HDPê nenivîsiye û armanca we çiye li wî karî?

Li ser rûpela serdozgerê giştî yê kormara Tirkiyê navê hemû partiyên Tirkiyê û serokê wan partiyane  hatiye nivîsandin û  behsa dem û dîroma avabûna partiyan jî hatiye kirin û di  nav 80 partiyên siyasî li Tirkiyê de tenê  navê hevserokên HDPê nehatiye nivîsîn di demekê de ku HDPe partiya seyeme li Tirkiyê de.

Cîgirê hevsrokên HDPê, Nadir Yildirim di Tiwittera xwe de nivîsiye ku:”Di rûpela serdozgerê giştî yê Tirkiyê de nav hemû partiyên siyasî yên Tirkiyê û navûnîşa û dema damezirandina wan û serokê wan û navê endamên partiyan û hejmara telefona wan hatiye nivîsandin lê belê ku dê te ser navê HDPê bi ti awayekê navê hevserokê HDPê nehatiye nivîsîn û şûna wan vala hiştine divê hûn bo me diyar bikin ku çima we ev kare kiriye?”

Ev nivîsa Nadir Yildirim di medyayên Tirkiyê de bi girîngî ve hatiye behs kirin û wek nûçeya seke hatiye ziman ji ber ku li ew berpirse li vê yekê ditirse ku armanca serdozgerê giştî daxistina HDPê be.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.