Şehram Nazirî: Eger televîzyona fermî ya Îranê stranên min belav bike ez êdî stranan nabêjim!

0
1100

Hunermendê navdarê Rojhilatî Şehram Nazirî dibêje, eger televîzyona fermî ya Îranê stranên min belav bike ez êdî stranan nabêjim!

Hunermendê kurd Şehram Nazirî, di festîvala gelên Îranê de li bajarê Kirmaşanê hat xelatkirin.

Di merasima xelatkirinê de Şehram Nazirî axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman û got, ev xelat baştirîn xelat e di jiyana min de.

Nazirî rexne li radyo û televîzyona fermî ya Îranê jî girt û got, radyo û televîzyona fermî bê destûr û rizamendiya min stranên min belav dike û ti mafekî ji min re qayîl nabe. Ez vê yekê qebûl nakim.

Dema Şehram Nazirî diaxivî, hinek kesên ku tevlî festîvalê bibûn, daxwaz ji wî kirin ji wan re stranekî bêje lê Nazirî bersivek balkêş da wan: Ez nabêjim ji ber ku eger niha stranekî bêjim dê di radyo û televîzyona fermî de were belavkirin.

Festîvala gelên Îranê, pêr li Kirmaşanê dest pê kir û duh jî xilas bû. Di festîvalê de gelên Îranê huner û çanda xwe nîşan dan.

Şehram Nazirî sala 1941 li bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Rojhilat ji dayîk bûye. Nav û dengê Nazirî li seranserî cîhanê belav bûye. Ji wî re dibêjin “Şuvaliyeyê Awaz”.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.