Du hevwelatiyên din ên Kurd bi îdamê hatin mehkûmkirin

0
978

Girtîgeha Urmiyê cardin jî şahidê îdama du hemwelatiyên din ên Kurd bû, ku bi tometên pêwendîdar bi maddeyên hişber ji aliyê dezgeha dadwerî ya Hikûmeta Îslamiya Îranê ve hatin tawanbarkirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiyer Rojikurd yê, sibehiya roja 2`ê Rêbendanê, du hevwelatiyên din ên Kurd li girtîgeha ”Merkezî ya Urmiyê” de, hatin bidarvekirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, nasnameya wan du hevwelatiyan bi navên “Sîna Husênpûr” temen 22 salî, û “Qebil Elî merdanî” xelkê urmiyê ragehandiye.

Li gora heman çavkaniyê, Sîna heyama çar salan e ku di girtîgehgê de ye, û di benda ciwanan de bûye, û Qebil Elî Merdan jî di benda 14`ê de bûye.

Merdanî ku bo tometa kirîn û firotina 300g madeya Hiroyînê hatibû destbiserkirin, bi sedema tûşbûna bi nexweşiya “MS” di “bêhdarî“ya girtîgehê de, di bin çavdêriyê de ye.

Her du girtî pêştir bi tohmetên pêwendîdar bi madeyên sirrker bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, û roja Înê bo odeya takekesî hatibûn veguhastin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.