Girtiyekî kurd li zîndana Ormiyê de bi awayekî tarî mir!

0
715

Dewletê malbata wî tehdîd kiriye ku şîna wî negirin!

Girtiyekî kurd li girtîgeha bajarê Ormiyê yê Kurdistana Rojhilat de bi awayekî tarî can da.

Di heyama çend rojên borî de berpirsên girtîgeha Ormiyê ji malbata girtiyê kurd yê bi navê Fehîm Kerîm re gotibûn ku Fehîm Kerîm di zîndanê de “ji ber nexweşiya dil” jiyana xwe ji dest daye.

Hat zanîn ku malbata wî girtiyê kurd hatiye tehdîdkirin ku şîna wî negirin û bûyera mirina wî jî ji ti dezgehên medyayî re behs nekin.

Fehîm Kerîmî, ji ber ku li dijî besîckirina xelkê ji aliyê rêjîma Îranê ve derketibû, di salên 90î de hatibû girtin û 11 salan di zîndanê de rastî îşkenceyên tund hatibû, mal û milkên wî hatibûn zeftkirin.

Herî dawî jî, piştî ku hatibû girtin, berpirsên dewletê înkar kiribûn ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin lê çend roj berê ji malbata wî re hatibû gotin ku Fehîm Kerîmî di zîndanê de ji ber nexweşiya dilê can daye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.