Li Qamişlo li dijî zilma PYDê xwepêşandan tê kirin

0
720

Li bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava, xwepêşandanek li dijî siyaset û zilma PYDê tê lidarxistin.

Endamê serokatiya PDK-Sê Nûrî Birîmo ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, îro li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dijî siyaset û zilma PYDê li hember ENKS û endam û alîgirên wê tê kirin.

Nûrî Birîmo daye zanîn ku xwepêşandan saet 15:00 û li ber ofîsa NY tê kirin û ji PYDê tê xwastin, dest ji reftar û siyaseta xwe ya xirab berde û endam û alîgirên ENKS û partiyên endamên wê azad bike.

Birîmo daye xuyakirin ku biryar bû xwepêşandan duh were kirin lê bo roja îniyê (îro) hat veguhertin.

Heta niha gelek rêveber, endam û alîgirên ENKSê ji aliyê PYDê ve hatine girtin, îşkencekirin û kuştin.

This slideshow requires JavaScript.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.