Li Sine keçekê dawî bi jiyana xwe anî

0
786

Keçeke ciwan a xelkê yek ji gundên derdora Sine bi çek dawî li jiyana xwe anî.

Li gor raporta malpera Hawar roja sêşemê 17.01.2017ê keçeke ciwan a xelkê gundê Aliyawa a ser bi navçeya Kelaterzan a parêzgeha Sine xwe kuştiye.

Li gor heman çavkaniyê nasnameya wê keça ciwan Sarya Emcedî ya temen 21 salî bûye û li gor gotinên heman çavkaniya agahdar, ew keç ji ber pirsgirêka malbatî xwe bi çeka nêçîrvaniyê ve kuştiye.

Li gor amarên hatine tomar kirin di navenda amara Hawar de di heyama mehekê de li navçeyên cuda yên Kurdistana rojhilat de, 6 jinên kurd dawî li jiyana xwe anîne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.