Rejima Îranê kurd jî di nav de 20 kes îdam kirin

0
717

20 hemwelatiyên Îranê di heyama du rojên borî de hatin darve kirin û li Bahreynê jî sê hemwelatiyên şîe hatin darve kirin.

li gor zanyariyên di çapemeniya Îranê de hatine belav kirin, ew 20 kesên ku di roja 13.01.2017ê de hatine darve kirin, ji aliyê dadgehê ve ji ber bikaranîn û bazirganiya madeyên hoşberî û tewanê kuştina mirovan hatibûn tewanbar kirin û cezayê darve kirinê li wan hatibû birîn.

Hat zanîn ew 20 kese li zîndanên Recayî, Kirman, Kerec û Qezwînê hatine darve kirin.

Di heyama 15 rojên destpêka sala nû de û li gor amarên rêxistinên mafê mirov 45 kes li Îranê hatine darve kirin, ku 10 ji wan hemwelatiyên Kurdistana rojhelatin.

Di berdewama darve kirinan de duh 15.01.2017ê desthilatdarên Bahreynê ya kendava Erebî ragehandin, ku sê ciwan ji ber tometa terorê hatine darve kirin.

Ew sê hemwelatiyane şîe ne û navên wan jî waha ye: Ebas Semî, Elî Senkîs û Samî Meşeym in. ew sê kese bi pêkanîna teqînekê li gundê Eldiye ya başûrê Menameya paytexta Bahreynê, hatin tewanbar kirin û hatin darve kirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.