Du girtiyên din ên kurd li Kirmaşan hatin darve kirin

0
735

Li gor zanyariyên malpera mafê mirov a Kurdistana rojhilat, li girtîgeha Dîzlawa ya bajarê Kirmaşanê du girtiyên kurd ji aliyê dezgayê dadweriya Îranê ve hatin darve kirin.

 

Malpera mafê mirov (Mirovayeti) di vê derbarê de belav kir, ew du girtiyane yên bi navên Tofîq Behramnejad ku temenê wî 31 sale û kurê Qasim û xelkê Ciwanroye. Seyfula Husênyan temenê wî 33 sale û kurê Îbrahîm û xelkê Seqizê ye û ew her du girtiyane roja 14.01.2017ê li girtîgeha Dîzlawa ya Kirmaşanê ji aliyê dezgayê dadweriya Îranê hatine darve kirin.

Tofîq Behramnejad di sala 2011ê bi tometa bazirganî kirina bi madeyên hoşber hatibû girtin û zivistan sala 2012ê ji aliyê dadgeha Kirmaşanê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

 

Seyfula Husênyan di sala 2009ê de li bajarê Sehneyê hatibû girtin û di bahara sala 2011ê ji aliyê dadgeha Ciwanro ve bi tometa bazirganiya madeyên hoşber bi hikmê darvekirinê hatî ceza kirin.

 

Li gor zanyarî û amarên malpera mafê mirov li Îranê di heyama 16 rojên borî yên sala nû de nêzîk 50 girtî ji aliyê dezgayên dadrêsiya Îranê ve hatine darve kirin û li gor amarên malpera mafê mirov (Hengaw) di vê heyamê de 9 girtiyên kurd hatine darve kirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.