Dîsan kolber bûne qurbaniyê teqeya hêzên hikûmeta îslamî ya Îranê

0
1130

Hêzên sînorparêzên Îranê di navçeya Pîranşehrê de teqe li kasibkar û kolberên Kurd kirin, di encama vê teqeyê de 5 kolber bi giranî birîndar bûne.

êvara roja Sêşemiyê 21ê Berfenbarê, li ser sînorên Temerçîn ya bajarê Pîranşehrê, 5 hemwelatiyên kolber yên Kurd bûne armanca gulleyên hêzên hikûmetê.

Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di bajarê Pîranşehrê de piştî piştrastkirina vê nûçeyê, nasnameya wan 5 hemwelatiyên kolber weha ragihand: “Hasil kurê Taha, Îsmaîl kurê Îbrahîm, Efşar ku temenê wî jêr 18 saliyê ye, Ceifer kurê Rehman,Bêhnam kurê Şoreş Mihemed Reşe, û Mame kurê Hemze Ateşberg”.

Wê çavkaniyê belav kiriye ku; hêzên hikûmetê bi bêyî tu agadariyekê û bi hêceta parastina sînoran teqe li wan 5 kolberên Kurd kirine.

Vê çavkaniyê di dirêjiyê de gotiye: “Ev kolberne di navbera axa Kurdistan û Îraqê de rastî teqeya hêzên hikûmetê hatine”.

Li gora vê çavkaniyê, Ew 5 kolberên kurd bona dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajarê pîranşehrê.

Di salê de zêdeyî sed kolberên Kurd bi sebeba teqeya hêzên hikûmetê li ser sînorên kurdistanê jiyana xwe ji dest didin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.