Pêşmergeyên Rojhilat li nêzîkî Kerkûkê şehîd bûn

0
875

Ji ber teqîna bombeyekê li sînorê Xeraberût a li bakurê rojavayê Kerkûkê, 2 Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Berpirsê Pêwendiyan ê PAKê Xelîl Nadirî:  “Îro danê berî nîvro li navçeya Xerabrûtê dema Pêşmergeyên me çavdêriya çekdarên DAIŞê dikirin, bombeyek bi Pêşmergeyan teqiya, di encamê de 2 Pêşmergeyên bi navê Şako Seqizî û Hokar Merîwanî şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”

Nadirî got jî: “Tê pêşbînîkirin, ku ew bombe nû hatinbe dayîn, ji ber ku Pêşmergeyên me li wê deverê diçin û tên û çavdêriya DAIŞê dikin.”

Herwiha Nadirî amaje bi wê yekê kir, berî demekê dîsa li wê deverê bombeyek bi Pêşmergeyan teqiya, lê ti ziyanên canî nebûn.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hêzeke Rojhilatê Kurdistanê ye, Pêşmergeyê wê partiyê ji destpêka şerê DAIŞê ve mil bi milê hêzên Pêşmerge yên ser bi Wezarta Pêşmerge ve li dijî DAIŞê di çeperên şer de ne û hejmarek ji Pêşmergeyên wê yên din di şerê DAIŞê şehîd bûne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.