jineke kurd xiwe kuşt

0
792

Duh li Îranê li bajarê Kurdan ê bi navê Şinoyê jineke Kurd a 34 salî xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyên li ser malpera Mafên Mirovan a(Mirovayeti) duh li bajarê kurdan ê bi navê Şinoyê jineke kurd a bi navê Sûmeyye Aye û 34 salî xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Hat diyar kirin ku ew jina kurd a ku dawî li jiyana xwe anî, dayika 2 zarokan bû. Komeleyê her wiha dest nîşan kir ku xwekuştin di nava jinên kurd ên Îranê de gihîştiyeke radeyeke metirsîdar û got tenê li bajarê Şinoyê di nava meha dawiyê de 5 jinên kurd dawî li jiyana xwe anîne.

Hêjayê gotinê ye ku bajarê Şino li Îranê ew bajarê kurdan e ku bêderfetî, bêkarî, xizanî û belengaziya herî zêde li wir heye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.