20 kedkarên Kurd ji şirketa “Irom Goherê” hatin derkirin

0
688

Di hefteya derbazbûyî de, xwediyê şîrketa “Irom Goher” ya parêzgeha Azerbaycana Rojava, aliyê kêm 20 kedkarên Kurd li ser kar derkirin.

Wan kedkaran di destpêka havîna îsal de, digel şîrketa “Irom Goherê” girêbest îmze kiribûn.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê ji zarê çavkaniyeke bawerpêkirî ve ragehand ku: Kedkarên derkirî xelkê bajarê Bokan û Sayinqelayê ne.

Vê çavkaniyê herwisa ragehand ku: Di dema pakane hisaba kedkaran de, xwediyê şirketê bi wan ragehandiye ku hekî ew gilînameyan li ser şirketê tomar bikin, di sala bê de, nahêlin ew cardin vegerin şîrketê.

Li gora vê raporê, ew kedkarên derkirî, “bîmeya kar” (karta xatircemiya kar) bi wan nehatibû dayîn.

Eva di demekê de ye ku pêştir Siyêd Ezîz Husêynî birêvebirê şirketa “Irom Goher”ê ku ser bi Spaha Pasdaran e, di gotûbêjekê de ragehandibû, ku hemû çalakiyên wan di çarçoveya “aboriya xweragirî”yê de dibe, û niha nêzî 200 heya 300 kesî bi awayê rasterast mijûlî karkirinê ne.

Vê şîrketê di bajarên Sayîn Qela, Miyandoaw û Bokanê, nûneratiyên xwe hene, û ofîsa wê ya sereke jî di bajarê Miyandoavê de ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.