Li bajarê Îlamê yê Kurdistana Rojhilat, fûtbolvanekî kurd di dema lîstikê de jiyana xwe ji dest da.
Duh bi şev, li yarîgeha bajarokê Serabilê yê Îlamê, fûtbolvanekî kurd di dema yariyê ket erdê û demildest can da.
Li gorî agahiyan, sebeba mirina wî fûtbolvanê kurd kirîza dil bûye.
Navê wî fûtbolvanê kurd Bêhrûz Mihemedî (30 salî) û xelkê gundê Litabê yê Îlamê bû.