Tirkiyê:Li Babê leşkerekî Tirk hate kuştin

0
785

Li bakurê Babê leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest da û 9 leşker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de di navbera leşkerên Tirkiyeyê û çekdarên DAIŞê de pevçûn derketin. Di encamê de leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest da 9 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Kilîsê hatin vegûhestin.

Bi vî awayî hejmara leşkerên Tirkiyeyê ko di operasyona Cerablûsê de canê xwe ji dest dane gihişt 39an.

Arteşa Tirkiyeyê ji 24ê Tebaxê ve ketiye nav Suriyeyê û operasyonek berfireh ji Cerablûsê heta Babê bi rê ve dibe.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.