Murat Karayilan: Em ê hêzên xwe ji Şingalê vekişin

0
961

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan eşkere kir, ku ewan biryar daye hêzên xwe ji Şingalê vekişin.

Murat Karayilan ji televîzyoneke nêzîkî PKKê re axivî û diyar kir, ku ew yekîtiya kurdan weke armanceke stratejîk dibînin û lewma divê kurd pirsgirêkên navxweyî bi guftûgoyan çareser bikin.

Karayilan eşkere kir, ku li ser hebûna hêzên PKKê yên li Şingalê, di navbera wan û rêveberiya Herêma Kurdistanê de hevdîtin hene û got; “Ez yekemîn car e vê yekê li vir eşkere dikim. Ji xwe me eşkere ji wan re gotiye, ku piştî bidawîbûna gotûbêjan, em ê hêzên xwe vekişin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê li heber daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên derbarê hebûna hêzên PKKê yên li Şingalê de jî nerazîbûna xwe nîşan da û destnîşan kir, “Ji ber çi sedeman birêz Nêçîrvan Barzanî ev gotin kirine divê rave bike. Ji xwe pêwîstî bi daxuyaniyeke bi vî awayî nebû.”

Karayilan got, ku ew di wê baweriyê de ye dê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê mijarê de destpêşxeriyê bike û wiha berdewam kir:

“Siyaseta Kurd xwedî ezmûn û tecrûbe ye. Tecrûbeyên me jî yên serokatiya PDKê jî di vê mijarê de hene. Çavê cîhanê li me ye ka em dê  pirsgirêkên xwe bi rêbazên hemdem û diyalogê çareser bikin yan dê kiryarên berê dubare bibin. Bêguman divê em rê û rêbazên çêker bidin ber xwe.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.