Lihevkirina agirbesta seranserî li Sûriyê hate vajûkirin

0
722

Kurdistanmedia: Hêzên dijberî rejîma Sûriyê, û dewleta Beşar Esed li ser agirbesta seranserî li Sûriyê lihev kirin.

Di vê derheqê de Wiladêmîr Pûtîn ê serkomarê Rûsiyê ragehand ku şoreşvanan û dewleta Beşar Esed li hev kirine, û yekemî belgeya ku di navbera wan de jî hatiye vajûkirina, lihevkirina agirbesta seranserî di Komara Erebî ya Sûriyê de ye, û şeva Înê 30’ê Çileya Pêşîn wê bê cîbicîkirin.

Serkomarê Rûsiyê herweha eşkere kir ku belegeya duyemîn ku wê di navbera wan de bê îmzekirin, pêngavên hewce bona parastin û berdewamiya vê agirbestê ye, û herweha belgeya sêyemîn jî daxûyaniyek e, derheq bi amadebûna bona danûstanan.

Ev lihevkirina han ku di navbera hêzên şoreşvan û dewleta Beşar Esed de hatiye vajûkirin, bi navbeynkariya Rûsiye û Turkiyê hatiye vajûkirin.

Hatiye ragehandin ku DAÎŞ û girûpa Cebhet El-Nusre girêdayî agirbestê di Sûriyê de nabin.

Hevdem digel belavkirina vê daxûyaniyê, Wiladimîr Pûtîn ragehand ku, digel wan guherînkariyan, ew ê hejmara hêzên xwe yên leşkirî di Sûriyê de kêm bikin.

Nûçegihaniya Roytêrzê di vê derheqê de ragehand ku, hemû aliyan li ser vê yekê li hev kirine, ku di pêşerojê de Sûriye bi ser çend herêmên xweser de parve bibe, da ku bi vî awayî hêz û nifûza deshilata Beşar Esed kêm bibe.

Eva di demekî de ye ku hatiye ragehandin ku Turkiye û Rûsiyê li ser vê yekê jî li hev kirine, ku heya hilbijartina dahatî li Sûriyê, Beşar Esed li ser deshilata vî welatî bimîne, û piştî Beşar Esed, siyasetmedarekî Şî’e yê Elewî serkomariya welat bigire destê xwe, lê tê gotin ku hêj rejîma Îranê ev yek nepejirandiye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.