Li Mehabadê konsêrta Mamlê hat betalkirin

0
1000

Rojikurd: Li bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojava, konsêrta hunermendê kurd Ebdullah Mamlê hat betalkirin.

Duh bi şev biryar bû hunermendê kurd Ebdullah Mamlê, ku kurê hunermendê wefatkirî Mihemed Mamlê ye, li Mehabadê konsêrtekê bide lê bêyî ku sebeba wê were ragihandin, konsêrt hat betalkirin.

Li gorî agahiyan, hikûmtê destûr dabû wê konsêrtê lê ruxmî vê yekê konsêrt hat betalkirin.

Heta niha nayê zanîn konsêrt ji ber çi û ji aliyê kîjan saziya dewleta Îranê ve hatiye betalkirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.