Iraq: Dibistan û zanîngeh, bi zimanê farsî li Iraqê tên vekirin

0
788

Wezîr xwandina bilind ya Iraqê, Ebdulrezaq Îsa di civînekê li gel şêwirmendê roşenbîriyê Îranê di Iraqê de tekezî li ser vekirina dibistan û xwandina bi zimanê farsî li Bexdayê de kir, herwaha ragehand ku li sertaserê Iraqê de xolên fêrbûna zimanê farsî vê destpê bike.

wezîrê Iraqê ji bo şêwirmendê roşenbîriyê Îranê, Xulamreza ragehandiye ku arîkariya îranê li aliyê zandisî û roşenbîrî ve bûye sedem, ku em xwandina bi zimanê farsî li Iraqê de destpê bikin û ev yeke jî dibe arîkariyek ji bo xwandevanên Iraqî, ku bikarin li Îranê de berdewamiyê bidine xwandina xwe ya  bilind.

Wezîrê xwandina bilind a Iraqê herwaha ragehandiye ku bi hemahengiya her du aliyan dibistan û zanîngehê farsî tên vekirin ji bo ku xwandevanê Iraqî li zanist û roşenbîriya Îranê bê beş nebin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.