Serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hate kuştin

0
664

Serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Sûriyê di operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî de hate kuştin.

Li gor ajansa “Associated Press” ku li ser zarê jêderekî di nav Wezareta Bergriyê ya Amerîkayê veguhestiye, serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Ebû Cendel El-kwêtî di operasyoneke Hevpeymaniya Navdewletî de di roja 26 vê mehê de li Sûriyê hatiye kuştin.

Li gor wî jêderê ji Pentegonê, Ebû Cendel El-kwêtî li nêzîkî bendava Feratê ya li nêzîkî bajarokê Tebqayê hatiye kuştin.

Lê heta niha Pentegonê ti daxuyanyeke fermî derbarê kuştina wî serkirdeyê DAIŞê de belav nekiriye.

Ebû Cendel El-kwêtî, serkirdayetiya operasyonên DAIŞê li derodra bajarê Reqayê dikir, ku beregeha wê ya sereke li wî bajarî ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.