“Teqînên Koye destpêka zêdebûna êrişên terorîstî ye”

0
776

HDK: Şika me ji wê yekê nîne ku teqînên Koye ji aliyê Îranê ve hatine kirin

Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK-Rojhilat) dibêje, wan ji destpêka teqînên vê dawiyê yên Koye jî dizanî ku ew teqîn ji aliyê komara îslamî ya Îranê ve hatine kirin.

Şeva 21 vê mehê, du teqîn li nav kampa HDKê de qewimîn. Di encama wan teqînan de 7 pêşmergeyên wê partiyê û 2 polîsên asayişa Herêma Kurdistanê şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.

Derheqê wê bûyerê de, HDKê îro daxuyaniyek nivîskî belavk ir. Di wê daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku qesta wan teqînan şehîdkirina hejmarek mezin ji pêşmerge û endamên Demokrat bûye lê ji ber hişyariya endam û rayedaran, ew pilan bicîh nehatiye.

HDKê daye zanîn ku ji destpêka bûyerên Koye de, ti şika wan ji yekê nebûye ku ew teqîn ji laiyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatine kirin, bo vê yekê jî hinek belge û agahî di destê HDKê de hene.

Wê partiya Rojhilatî bang li hemû hêz û partiyên siyasî kiriye, teqînên Koye wek destpêka zêdebûna êrişên terorîstî yên rêjîma îslamî ya Îranê li Herêma Kurdistanê qebûl bikin û li gorî wê tedbîrên xwe bigirin.

Di dawiyê de HDKê ragihandiye ku êriş û gefên komara îslamî ya Îranê dê wan netirsîne û ji çeperên xebatê dûr nexe.

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.